Hêzên rejîma Îranê kolberekî din ê Kurd kustin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî din ê Kurd kuştin.
Li gor Malpera Dezgeha Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, navê kolberê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin, Rehîm Mihemedî (37 salî) ye û bavê du zarokan e, bi çeka kalaşnîkov gule berdane û li ber sîng û dilê wî ketiye.
Herwiha eşkere kir, hêzên çekdar ên Îranê bi mesafeya 6 metre û bi gulleyên saçme teqe li kolberan kirine.
Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê ragihand, di nava deh salan de, 1506 kolber hatine kuştin û birîndarkirin. Ev amar salên 2010 heta 2020an li xwe digre û ji wê hejmarê, 515 kolber hatine kuştin û 986 kolber jî birîndar bûne û çarenûsa pênc kolberan jî, ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin