Hêzên rejîma Îranê kolberekî Kurd kustin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuştin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya “Hengaw” belav kiriye, do Înê 26ê Tebaxa 2022yan kolberekî Kurd yê bi navê Rêbwar Reşîdî bi guleya rasterast a hêzên Îranî hat kuştin.
Di berdewamiyê de rêxistinê eşkere kiriye, Rêbwar Reşîdî temen 30 salî û xelkê gundê Qulyawa yê ser bi bajarê Bane ye û bavê du zarokan û hevjîna wî jî ducanî ye.
Ji aliyeke din ve, do li devera Pîranşar jî hêzên rejîma Îranê, du birayên Kurd ku kasibkarin, desteser kirine û her du bira niha di girtîgeha Bajarê Nexede de ne.
Amarên Hengawê destnîşan dikin, di nava 35 rojên borî de, herî kêm 5 kolberên Kurd li navçeya Banê ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin