Kolberekî Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat kustin

04 October 2022 10:07 0 dîtin
Kolberekî Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat kustin

PeyamaKurd – Kolberekî Kurd yê bi navê “Saman Zari´î” kurê Celal û xelkê bajarê Banê, roja Yekşemê ji ber guleya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê can da.

Hêzên leşkerî bi bêagahdarkirina berê ew kolberê Kurd dane ber guleya rasterast û hîn meytê navbirî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Hat zanîn ku roja Çarşemê jî kolberekî Kurd ê bi navê “Kerîm Asmanî” ku 47 salî ye, kurê Şerîf û xelkê gundê “Necnê ya serê ya girêdayî bajarê Banê can da.