Rêveberiya Xweser û Meclîsa Leskerî ya Suryan cejna Noelê pîroz kirin

25 December 2021 16:59 0 dîtin
Rêveberiya Xweser û Meclîsa Leskerî ya Suryan cejna Noelê pîroz kirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser û Meclîsa Leşkerî ya Suryan, cejna Noelê li Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin.

Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi peyamekê Cejna Neolê pîroz kir. Di peyama xwe de Rêveberiyê hêvî kir ku ev cejn bibe cejna hezkirin, aştî, ewlehî û aramiyê.

Herwiha Meclîsa Leşkerî ya Suryan jî bi peyamekê Cejna Neolê li pêkhateyên Suryan, Asur, Kiland û Ermen pîroz kir.

Meclisa Leşkerî ya Suryan diyar kir, ew ê tevî hemû astengiyan parastina herêmê bikin.