Rêveberiya Xweser derbarê xizmeta leskerî de biryarek da
PeyamaKurd - Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ew mijara temenê kesên bikevin ber xizmeta serbazî de gotûbêj dikin.
Hevserokê Ofîsa Berevaniyê, Zêdan el Asî ji re medya Kurdistanê re got, heta niha tu biryar ji bo kêmkirina temenê kesên ku ber xizmeta leşkerî dikevin nehatiye dayin.
Zêdan el Asî diyar kir ku ew daxuyaniya ku îro derbarê kêmkirina temenê kesên ji bo xizmeta leşkeriyê tên xwestin û destnîşankirina kesên jidayikbûyên 1990 saxte ye û wan tu biryareke wiha nedaye.
‘Xizmeta serbazî ji bo xelkê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo salekê bê paşxistin’
Hevserokê Ofîsa Berevaniyê herwiha da xuyakirin, wan tenê biryar daye ku xizmeta serbazî ji bo xelkê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo salekê bê paşxistin.
Ji bilî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hêzeke din a leşkerî bi navê Hêzên Erka Xweparastinê hatiye avakirin û leşkeriya ji bo vê hêzê neçarî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin