Hevdîtinên tevlîbûna nav Rêveberiya Xweser û mijara leskerî dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hevdîtinên navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî lihevkirina li ser Lêvegera Kurd a Bilind careke din dest pê kirin.
Li gorî zanyariyan di civînên vê qonaxê de, mijarên rêveberiyê û ewlehiyê têne gotûbêjkirin.
Piştî lihevkirina herdu aliyên ENKS û PYNK li ser Lêvegera Kurd a Bilind, hevdîtinên qonaxa duyem di bin sîwana Rêkeftina Qamişlo ya bi navbeynkariya Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de berdewam dikin.
Li gorî çavkaniyan di danûstandinên vê carê de, gotûbêj li ser tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de û Ewlehiyê (leşkerî) têne kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, doh di hevpeyvînekê de diyar kiribû, di yekrêziya Kurdî de gavên dîrokî têne avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin