Rêveberiya Xweser derbarê ENKSê de gaveke din avêt
PeyamaKurd - ENKS dibêje, pêwîst e girtiyên wan ên li zîndanên Rêveberiya Xweser bêne berdan û çarenivîsa windayiyan jî were eşkerekirin. ENKS herweha teqez dike, ku êdî ji niha û pê de nabe ti kesek li ser helwest û nerînên xwe yên siyasî bêne girtin. Rêveberiya Xweser jî radigihîne ku wan ji bo pirsa girtiyan komîteyek ava kirine û dê bi hemahengî ligel Asayiş û HSDê dest bi karê xwe bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Eniya Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî were birêvebirin û ti aliyek li ser aliyên din xwe ferz neke û îdareyeke hevbeş bê pêkanîn.
Li gor ku ENKS dibêje, 149 endamên wan di wan salan de ketin zindanên Rêveberiya Xweser û derketin, piştî vê qonaxa bi nakok jî, niha daxuyaniyên nerm ji herdu aliyan ve têne dan.
ENKSê di dema derbasbûyî de, di ofîseke veşartî de li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dikir. Tevî serbestkirina wan, lê heya niha ENKSê ti demek ji bo vekirina ofîsên xwe destnîşan nekiriye.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê ku partiyeke serekî ya ENKSê ye, Nafih Ebdullah dibêje: Xelkê me ku derxistine li derve ne û govara me heya niha qedexe ye, û karê me yê siyasî jî heya niha sînordarkirî ye.
Ji bilî van daxwaziyan, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, serbestberdana 10 endamên xwe kiriye yek ji mercên destpêkirina qonaxeke nû.
Tevî ku yek ji wan hate berdan, Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo eşkerekirina çarenivîsa 9 kesên din pêk aniye.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatî Sûriyê, Hêvî Mistefa da xuyakirin: Hîn biryar nehatiye dan dê ew komîte çend kes bin lê tam bi şopandina Desteya Hundirîne û hemahengiya wê bi HSDê û Asayisê re heye.
Milmilaniya herdu aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi krîza sûriyê re dest pê kir, ku tometên cuda radestî hev dikin. Di nava wê milmilaniyê de jî, sê bajarên Kurdî ji destê kurdan derketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin