Meclîsa Leskerî ya Dêrezorê: 20 çekdarên rejîma Sûriyeyê hatin kustin

13 August 2024 14:26 0 dîtin
Meclîsa Leskerî ya Dêrezorê: 20 çekdarên rejîma Sûriyeyê hatin kustin

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragiahnd ku ji ber hêrişên li gundên Dehle û Cidêdet Begarayê yên Dêrezorê, hêzên wan çalakiyeke tolhildanê li dar xistine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de hate agahdarkirin ku di çalakiyê de 20 çekdarên hêzên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin.

Hêzên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê ji hefteya borî ve hêrişî Rojhilatê Dêrezorê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye dikirin.

HSDê ragihandibû ku di topbaranên komên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê de heta niha 11 sivîlan can dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.

"20 çekdarên rejîmê hatin kuştin"

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku wan çalakiyeke tolhildanê li dar xistiye û got:

“Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begarayê ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Weteniyê pêk anîbû û ji bo hemû şehîdên sivîl û leşkerî çalakiyeke tohildanê ya berfireh pêk anî.”

Meclisê diyar kir ku wan li rojavayê Feratê 3 xalên “hêzên rejîmê û çeteyên wê” kirine hedef û dom kir: “Di encamê de 18 endamên rejîmê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Di çalakiyeke suîqestê ya hêzên me de 2 endamên din jî hatin kuştin.”

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku xalên hêzên Sûriyeyê yên li gundên Keşma, Bûleyl û Tobê yên li rojavayê Feratê bûne hedefa wan û hêzên wan bi silametî vegeriyane.

Hişyarî hate dayîn

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hişyarî da rejîma Sûriyeyê û got: “Em diyar dikin ku ev çalakî, ji bo hêzên rejîmê û milîsên wê hişyarî ye.”