Tirkiye | Sewqîyata leskerî ya li ser sînorê Rojava berdewam e!
PeyamaKurd - Karwaneke ji 3 wesayîtên leşkerî îro ji bajarê Rihayê yê bakurê Kurdistanê ber bi sînorê Sûriyê ve bi rê ket û gihişt navçeya Kaniya Xezalan.
Hat diyarkirin ku karwana leşkerî, ji Tugaya Zirxî ya 20emîn a bajarê Rihayê bi rê ketiye û gihîştiye Fermandariya Hidûd a Sêyemîn a sînorê Sûriyê.
Hat dîtin ku polîs û tîmên polîs û cendirme jî di dema sewqiyatê de beşdar bûne û çavdêrî kirine.
Ev demek e artêşa Tirkiyê şandina hêzan bo sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye û gefên destwerdanê dîsa li hêzên kurdî dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin