Tirkiyê kustina leskerekî xwe li ser sînorê Tirkiye û Rojava ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, kuştina leşkerekî xwe li ser sînorê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, li nêzîkî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, roja 23ê Tebaxê êrîşek li dijî hêzên Tirkiyê hatiye kirin û Çawişê Pispor Ramazan Uçakçi di wê êrîşê de birîndar bûye.
Hat eşkerekirin ku leşkerê birîndar ji bo tedawiyê veguhestine nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanan, do roja 9ê Îlonê li nexweşsaneyê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin