Tirkiyê kustina leskerekî xwe yê pispor ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li herêma operasyona ‘Pence-Kilit’ leşkerekî wan ê çawîşê pispor hatiye kuştin.
MSB daye xuyakirin ku leşkerê bi navê Selahattîn Taşkin, di dema pevçûneke ligel PKKê de birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye rakirin û piştre jî li nexweşxaneyê can daye.
Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana 2022yan ve, li nav sînorên Herêma Kurdistanê yên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan li dijî PKKê operasyoneke berfireh pêk tîne ku heta niha hejmarek zêde leşkerên Tirk û endamên PKKê di şerê rû didin de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin