Tirkiyê kustina leskerekî xwe li nav Herêma Kurdistanê ragihand

29 May 2022 12:04 0 dîtin
Tirkiyê kustina leskerekî xwe li nav Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li nav sînorên Herêma Kurdistanê di operasyona dijî PKKê de, kuştina çawîşekî û birîndarbûna leşkerekî xwe yê din eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, çawîşekî bi navê Hasan Çatal di encama teqîna bombeyeke vedayî de li navçeya operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Li aliyê din baskê leşkerî yê PKKê HPGê jî ragihandiye ku hêzên wan li navçeya Zapê 3 leşkerên Tirk kuştine û cenazeyê duduyan ji wan jî bi wan re ne.

Beriya niha bi çend rojan jî artêşa Tirkiyê kuştina 5 leşkerên xwe li heman herêma şer ragihandibû.