Tirkiyê kustina leskerekî xwe li Herêma Kurdistanê ragihand

02 September 2022 12:01 0 dîtin
Tirkiyê kustina leskerekî xwe li Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd – Leşkerekî Tirkiyê do 1ê Îlona 2022yan li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji ber teqîna bombeyekê, efserekî Tirkiyê yê bi navê Okan Meteoz birîndar bûye û piştî ew rakirine nexweşxaneyê can daye.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di 1ê Îlonê de di encama teqîna bombeyeke vedayî de li devera operasyona "Pençe-Kilît", Okan Meteoz birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê, pişt re li nexweşxaneyê can da.