Tirkiyê bi daxuyaniyekê kustina leskerekî xwe li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand

22 June 2022 12:02 0 dîtin
Tirkiyê bi daxuyaniyekê kustina leskerekî xwe li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê kuştina leşkerekî xwe li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand.

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 22ê Hezîrana 2022an diyar kir, leşkerekî wan di operasyona Pence-Kilîd de hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da zanîn, gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilîdê êrîşî binkeyeke leşkerên Tirkiyê kirine û di encama êrişê de çawişê pispor Sercan Baş hatiye kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê jî destnîşan kiriye, hêzên PKKê di 48 saetên derbasbûyî de li herêma Zapê çend êrîş li dijî hêzên artêşa Tirkiyê pêk anîne û îdia kiriye ku li herêma Zap û Avaşîn 17 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.