Tirkiye nehist kestiya bi aspest bikeve sînorê ava Tirkiyê

26 August 2022 22:06 0 dîtin
Tirkiye nehist kestiya bi aspest bikeve sînorê ava Tirkiyê

PeyamaKurd – Hatibû plankirin ku keştiya aîdê hêzên deryayê ya dewleta Brezîlyayê bibin Tirkiyê bajarê Îzmîrê, tesîsên jihevxistinê yên keştiyan. Lê bi sedema ku keştiya bi navê NAE Sao Paulo ku ya balafiraye û bi asbest bû, dewleta Tirkiyê îzin neda. Dewleta Tirkiyê îzna notifikasyona keştiyê betal kir û nehişt bikeve nav sînorê ava Tirkiyê.

Ragihandina betalkirina îzna keştiyê ku bibin bajarê Îzmîrê ji aliyê wezîrê Tirkiyê yê Hawirdorî, bajarvanî û Guherîna Kêşûhewayê Murat Kurum de hat betalkirin. Îhala jihevxistina keştiyê ji aliyê şîrketekî Tirkiyê de hatibû sitendin lê bi sedema ku ne li gor şartên hawirdoriyê ye, wezîr Kurum îznê betal kir.

Kurum ragihand ku li gor qanûnên navdewletî tevgeriyaye nehiştiye keştî here nav ava Tirkiyê ji ber li gor peyamana wan; diviya keştî berya bikeve nav sînorê ava Tirkiyê ji aliyê pisporan de bihata kontolkirin.

Keştî bi astbeste û di nav de maddeyên ku seretanê çêdikin hene, zerarê dide pişik û kezeba mirovî û kansera pişikê di mirov de çêdike. Lewra kes, dezge û saziyên ku bihîstin keştiya bi asbest dişînin Tirkiyê nerazîbûna xwe li hemberê keştiyê diyar kirin.