Baldarî! Wê Tirkiye bikeve bin bandora germa çolê!
PeyamaKurd – Piştî germa Eyyam-î Bahurê li seranserê Tirkiyeyê germa Besrayê destpê kir.
Meteorolojiyê ragihand, ji roja yekşemê pê va germa hewayê wê dîsa ji asta normal ya demsalê rabe û li hin parêzgehan jî germahî dê bigihêje 46 pile.
Pisporê Pêşbîniya Hewayê ya Meteorolojiyê Yusuf Ziya Yavuz derbarê germahiya hewayê ya ku li seranserê Tirkiyeyê tê dîtin de axivî.
Yavuz bal kişand ser germahiya li seranserê Tirkiyeyê bi taybetî ji serê hefteyê pê ve zêde dibe û wiha got: "Li rojavaya welêt, li peravên Egeyê û li herêma Marmarayê germahiya hewayê li dora normala demsalî ye. Lê belê germa zêde wê tesîra xwe li hemû welêt, Egeya Navîn, Anatoliya Navîn, Herêmên Behra Reş ên Rojava û Navîn, Rojhilatê Behra Spî, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî di nav de nîşan bide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin