Tirkiyê hêzeke din a leskerî bo sînorê Rojava sand
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê ji bo operasyona ku plan dike li Rojhilatê Firatê bi ser hêzên Kurdî de pêk bîne, sewqiyata xwe ya leşkerî berdewam dike.
Herî dawî şeva borî hêzeke zêde ya leşkerî şand sînorê Akçakale-Girespi û Pirsûs (Suruç) –Kobaniyê. Herwiha hat dîtin ku topên obus jî bo sînor hatin şandin.
Sewqiyata leşkerî ya şeva borî ji Lîwaya 20emîn a Zirxî ya Rihayê bi rê ket. Gelek kamyonên wesayîtên leşkerî, obus û cebilxane barkirî û ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve çûn.
Hêjayî gotinê ye, tevî rêkeftina herêma ewle û mekanîzmeya hevbeş a ewlekariyê ligel Amerîkayê jî Tirkiye gefên operasyonê li dijî Rojhilatê Firatê dixwe û dixwaze Amerîka destûra wan bide daku bikevin wan herêmên ku plan dikin tê de bicih bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin