Rojava | Amerîkayê li nêzî sînorê Tirkiyê xaleke leskerî ava kir

26 July 2019 20:46 0 dîtin
Rojava | Amerîkayê li nêzî sînorê Tirkiyê xaleke leskerî ava kir

PeyamaKurd – Çavkaniyên herêmî ji Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku Amerîkayê gelekî nêzîkî sînorê Tirkiyê xaleke çavderiyê ya leşkerî ava kiriye.

Li gorî zanyariyan artêşa Amerîkayê li nêzîkî bajaroka Dirbêsiyê avakirina xala çavderiyê ya leşkerî ku gelekî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye temam kiriye.

Çavkaniyên herêmê dibêjin, sedema avakirina wê xala çavderiyê rêgiriya li dijî operasyona muhtemel a Tirkiyê ye.

Tirkiye ev demeke bi dengekî bilindtir gefên êrîşkirina ser herêmên HSD/YPGê dixwe û herî dawî îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser operasyona Rojhilatê Firatê got ku ew ji bo operasyonê ji ti kesî destûrê naxwazin.