Amerîkayê li Yunanistanê nêzî sînorên Tirkiyê baregeha leskerî ava kir
PeyamaKurd – Amerîkayê li nêzîkî sînorê Tirkiyê li Alexandroupoli (Herêma Dedeagaç) baregeheke leşkerî ya deryayî û hêzên asmanî ava kir.
Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya Amerîkî piştî bi Skorskyan danîna alav û leşkeran, 23yê Tîrmehê bi merasîmeke fermî hatiye vekirin û di merasîmê de Wezîrê Bergiriya Yunanistanê Nikolaos Panagiotopoulos, Balyozê Amerîka li Atînayê Goeffrey Pyatt û fermandarê Amerîkî yê Tumena 12 ya li deverê beşdarî kirine.
Herwiha hat diyarkirin ku helîkopterên hatine baregehê piştî roja Înê jî ber bi baregeha perwerdê ya Romanyayê ve firiyane.
Sekreterê berê yê Artêşa Tirkiyê Umît Yalim li ser vê yekê gotiye, “Yunanistan û Amerîka peymana Lozanê û hiqûqa navdewletî binpê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin