Rûsya daxwaz dike HSD li deverên nêzîkî sînorên Tirkiyê alaya Sûriyê bilind bike
PeyamaKurd – Şandeka serbazî ya Rûsya bi berpirsên HSDê re civiya û Rûsya ji HSDê daxwaz dike li deverên nêzîkî sînorên Tirkiyê alaya Sûriyê bilind bike û nefta ku dide rêjîmê jî zêde bike.
Li gorî zanyariyan, herî dawî şandeka serbazî ya Rûsya li nahiya Til Semen li bakurê bajarê Reqa yê Sûriyê bi berpirsên HSDê re civiya ye.
Herwiha li gorî agahiyan, şanda Rûsî daxwaz ji HSDê kiriye nefta ku dişîne deverên di destê rêjîma Sûriyê zêde bike û bigihîne rojane 100 hezar bermîlan.
Şanda Rûsî herwiha daxwaz kiriye HSD li deverên xwe yên li nêzîkî sînorên Tirkiyê, alaya Sûriyê bilind bike da ku Tirkiye nikaribe êrîşî wan deran bike.
HSD û rêjîma Sûriyê zivistana borî li ser wê yekê li hev kiribûn ku HSD rojane 100 hezar bermîl neft bişîne deverên di destê rêjîma Sûriyê de lê paşê HSDê bi serê xwe ev rêje kêm kiribû û daxistibû 70 hezarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin