Rûsya zad û xurekên deverên ku dagir dike ji ser Kirimê disîne Rûsyayê

08 May 2022 14:39 0 dîtin
Rûsya zad û xurekên deverên ku dagir dike ji ser Kirimê disîne Rûsyayê

PeyamaKurd – Hêzên devera Zaporijjya herêma Donbas a Ukraynayê ragihandin ku artêşa Rûsya li deverên ku dagir dike, dest datîne ser genim, xida û rûnê wan.

Hat ragihandin ku leşkerên rûsî li herêma Pologi ya Zaporijjyayê dest danîye ser kargeha rûn û hemû rûnên nav kargehê dizîne.

Di daxuyaniya Hêzên Berevaniya Zaporijjya de hatiye gotin, “Talana dorê ya dagirkeran kargeha rûn a Pologi bû. Beriya dagirkeriyê yek ji kargeha herî zêde sûda wê digihîşt herêmê bû.”

Hat diyarkirin ku hêzên rûsî rûnên kargehê yên diviyabû ji kompaniyên biyanî re were şandin, veguhestiye cihekî din.

Li aliyê din rêveberiya Rûsî ya li herêma Krasnoyarskê ku bi ser Federasyona Rûsya ve ye jî ragihandiye ku wan biryar daye zadên herêma Hersonê hawirde bikin.

Li gorî raporên medyayî bi milyonan ton zadên di depoyên herêma Herson û Zaporijjya de, piştî dagirkirina Rûsyayê dişînin Kirimê û ji wir jî vediguhêzin Rûsyayê. Herwiha hatiye diyarkirin ku 5 keştiyên tije genim ên li bendera bajarê Berdyansk jî winda bûne.