Ukrayna | Rûsya pasaport û hemwelatîbûna rûsî dide xelkê deverên dagirkirî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyay li deverên dagirkirî yên Ukraynayê hemwelatîbûna rûsî dide.
Li gorî ajansa rûsî TASSê, li bajarên Herson û Zaporijiya yên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine dagirkirin, dest bi belavkirina hemwelatîbûna rûsî hatiye kirin.
Ajansê ragihandiye ku roja Şemiyê bi merasîmekê pasaporta Rûsyayê bo 23 welatiyên ûkraynî hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di meha Gulanê de, biryarnameya hêsankirina dayîna pasaportan û hemwelatîbûnê bo xelkê herêmên dagirkirî derxistibû.
Li gorî zanyariyan li Hersonê êdî pereyê Ukraynayê jî wê neyê bikaranîn û li şûnê derbasî Rûbleya rûsî dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin