Ukrayna | Rojnamevaneke rûsî di bombardimana Rûsyayê de hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku peymanêra The Insider Oksana Baulina ya rûsî di encama bombardimana Rûsyayê ya ser Kievê de hatiye kuştin.
Tora medyayî The Insiderê ragihand ku peyamnêra wan Baulina dema êrîşên Rûsyayê yên li Podilê dişopand bûye armanca bombebaranê û jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên dawî Baulina rojnamevana pêncemîn e ku di êrîşên ser Ukraynayê de hatiye kuştin.
Heta niha xebatkarê televizyona Ukrayna LIVE û Ajansa Nûçeyan a Spanyolî EFE Yevhenii Sakun, rojnamevanê Amerîkî û çêkerê film Brent Renaud, kameravan Pierre Zakrzewski ji Fox TVyê û rojnamevan Oleksandra Kuvshinova di êrîşan de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin