Serokê Polandayê ji bo gotûbêjkirina rewsa deverên sînorî daxwaza civîneke demildest dike
PeyamaKurd – Serokê Polandayê Andrzej Duda daxwaza civîneke demildest ji bo gotûbêjkirina rewşa deverên sînorî yên Polanda û Belarusê dike.
Polanda bi têlbendkirina sînorên xwe û girtina wan li rûyê penaberên neyasayî ku ji Belarusê berê xwe dane Polandayê ve mijûl e.
Biryar e civîn bi beşdariya serokwezîr û fermandarên ewlehiyê û saziyên bilind ên her du dewletan birêve biçe.
Di vê çarçoveyê de, îro hêzên ewlehiyê yên Polandayê diyar kir; rê li ber hewldaneke berfireh a derbaskirina sînor girtine, ku bi dehan penaberên li ser sînorê Belarusê xwestine derbasî Polandayê bibin.
Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku Belarus li dijî Yekîtiya Ewropayê karta penaberan bi kar tîne.
Beriya niha ji Iraqê bi hezaran kes ji bo gihîştina Ewropayê berê xwe dabûn Belarusê û niha beşek ji wan li deverên sînorî û di nav daristanan de asê mane û di rewşeke dijwar a mirovî de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin