Serok Barzanî û Serokê Weqfa Mada rewsa siyasî ya navçeyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li gel Serokê Dezgeha Mada ya Medya, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm behsa hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de kir.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hat ragihandin ku îro Yekşemê 23.02.2025 Serok Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Serokê Dezgeha Mada, Çand û Huner Kerîm kir.
Di hevdîtinê de, di derbarê dawî pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê de nêrînên xwe danustandin û çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Iraqê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser berdewamiya hewlên ji bo hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û dabînkirina aramî û pêkvejiyanê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin