Reîsî bi serokê dewletên herêmê re li ser rewsa Fîlîstînê axifî

14 October 2023 22:25 0 dîtin
Reîsî bi serokê dewletên herêmê re li ser rewsa Fîlîstînê axifî

PeyamaKurd – Serokê dewleta Îranê Îbrahîm Reîsî li ser rewşa Fîlîstînê bi sultanê Ummanê Heysem b.Tariq, bi emirê Qatarê Şêx Temin bin Hamed Al Sani û bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani re axifî. Reîsî ragihand ku welatên Rojava destekê didin Îsraîlê û ev jî rewşê tevlihev dike.

Reîsî, di axaftinê xwe yên bi lîderên welatên herêmê re ragihand ku ku zilma Îsraîlê ya ku gelek caran kiriye ket ser hev û ev bû sedema ku Tûgayên El-Kassemê şûrê xwe bikşîne û temamê hesabê Rojava-Siyonistan tevlihev bike.

Reîsî got ku divê bilez bikevin nav tevgerê û rewşa Xezzayê bibin rojeva Neteweyên Yekgirtî, Teşkîlata Yekîtiya îslamê, Yekîtiya Ereb û platformên navdewletî.

Sultanê Ummanê b.Tariq got ku divê îznê nedin rabûna ji ser axê ya xelkê Xezzayê û ew bi temamê terefên ku karibin ber li van kiryaran bigrin, bi wan re di nav têkiliyan de ne.