Amerîkayê hisyarî da: Neçin Sirnex û Colemêrgê û nêzî sînorê Rojava nebin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê di hişyariyên xwe yên geştên Tirkiyê yên welatiyên xwe de sererastkirin kir.
Li gorî beyana hişyariya nû ya Amerîkayê bo hemwelatiyên xwe, di serdanên xwe yên Tirkiyê de ji ber ewlekariyê divê hemwelatiyên Amerîkî neçin bajarên Şirnex û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê.
Herwiha ji hemwelatiyên Amerîkî yên serdana Tirkiyê bikin hat xwestin ku heta 10 kîlometran nêzî sînorên Rojavayê Kurdistanê nebin.
Amerîkayê herwiha ji bo 12 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî beyana hişyariyê rakir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin