Amerîkayê hisyarî da hemwelatiyên xwe: Neçin Iraqê…

10 December 2018 17:46 0 dîtin
Amerîkayê hisyarî da hemwelatiyên xwe: Neçin Iraqê…

PeyamaKurd – Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê bi daxuyaniyike nivîskî hişyarî da hemwelatiyên Amerîkayê yên li Iraqê û got, dê di yekemîn salvegera rizgarkirina Iraqê ji destê DAIŞê de, çalakî werin lidarxistin û çek bên teqandin ku ev jî metirsiyê çêdike ji bo hemwelatiyên Amerîkî.

Balyozxaneyê ji hemwelatiyên Amerîkayê daxwaz kir ku serdana Iraqê nekin, yên li Iraqê dernekevin derve û li cihên bi ewle vehewin.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 10ê Kanûnê ango yekem salvegera rizgarbûna ji DAIŞê wekî betlaneya fermî ragihandiye ku dê li gelek deverên Iraqê bi fîşekên hewayî çalakî pêk werin.