DYAyê hisyarî da hemwelatiyên xwe: "Neçin Lubnanê"
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de neçin Lubnanê.
Hişyariyeke nû derbarê Lubnanê de di beşa nûkirî ya hişyariyên seferê ya malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn kreu welatiyên Amerîkayê ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê di rojên dawî de neçin Lubnanê.
Hemwelatiyên Amerîkî ku niha li Lubnanê ne, hatine hişyarkirin ku xwe li cîhek ewle veşêrin û kesên li başûrê welat jî hatin hişyarkirin ku tavilê ji herêmê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin