Ji Fransayê hisyarî: Neçin Îsraîl, Îran, Filîstîn û Lubnanê
PeyamaKurd- Hikûmeta Fransayê ji ber rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn hişyarî da welatiyên xwe ku serdana welatên Îran, Îsraîl, Filistîn û Lubnanê nekin.
Wezîrê Derve yê Fransayê Stephane Sejourne îro12ê Nîsanê daxwaz ji hemû hemwelatiyên welatê xwe kir ku di çend rojên bê de geştan ji bo Îran, Îsraîl, Filistîn û Lubnanê nekin.
Ev biryara Fransayê piştî bilindbûna tansîyona li Rojhilata Navîn hatiye dayîn ku Îran ji ber êrîşa 1ê Nîsanê ya ser balyozxaneya Şamê ku 7 pilebilindên leşkerî di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin gef lêdana Îsraîlê dixwe.
Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî jî bi zarê hin berpirsên Amerîkayê eşkere kiriye ku, bersiva Îranê ji bo kuştina heft endamên artêşa Pasdaran misoger e û dê her pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin