Fransayê hisyarî da welatiyên xwe: Neçin Îranê!
PeyamaKurd – Piştî welatên Amerîka, Birîtanya û Kanadayê hikûmeta Fransayê jî hişyariyek bo hemwelatiyên xwe belav kir ku serdana Îranê nekin ji ber ku ewlehîya wan nîne.
Gelek welat bi sedema ku welatiyên wan bi hincetên pûç ên wekî sîxuriyê têne girtin ji aliyê hêzên Îranê ve, dubare hişyariyan didin welatiyên xwe dabû xwe ji serdana Îranê biparêzin. Îran bi girtina welatiyên derve gelek caran fişarê li ser wan welatan dike û wekî şantaj bikar tîne.
Heta niha Swêd, Amerîka, Birîtanya, Kanada û hejmarek welatên din ew hişyarî dane hemwelatiyên xwe û herî dawî jî Fransê ji xelkê xwe re bi taybet hemwelatiyên ku nasnameya Îranê bi wan re heye, xwestiye serdana Îranê nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin