Amerîka hisyarî dide welatiyên xwe ku neçin Iraqê
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka li Iraqê ragihand ku ew nûçeyên êrîşên li dijî kompaniyên Amerîkî yên li Bexdayê ji nêzîk ve dişopînin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê derbarê êrişên hefteya borî yên li Bexdayê yên li dijî kompaniyên Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê bal kişand ser wê yekê ku ji nêzîk ve nûçeyên êrişên ser kompaniyên Amerîkî li Bexdayê dişopîne, balyozxaneya Amerîka li Iraqê hişyarî da welatiyan ku ji ber metirsiya revandin, kiryarên terorîstî, şerê çekdarî û nearamiyê serdana Iraqê nekin.
Wî xeteke lezgîn ji bo welatiyên Amerîkî yên ku li Iraqê rûbirûyî pirsgirêk û tundûtûjiyê dibin, ava kir.
Di 5ê Hezîranê de li Bexdayê êrîşî şaxên şirketa malzemeyên avahîsaziyê ya Amerîkî Caterpillar û Enstîtuya Perwerdehiya Cambridge ya Brîtanî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin