Amerîkayê, welatiyên xwe hisyar kir: Neçin wan bajaran
PeyamaKurd- Ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ammanê ve hişyarî li welatiyên Amerîkî hat kirin ku ji ber greva di sektora veguhestinê ya li Urdunê de dewam dike, neçin 4 bajaran.
Di daxuyaniya nivîskî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ammanê de hat diyarkirin ku ji ber xeberên li seranserê welêt, bi taybetî li bajarên başûr, xwepêşandan dewam dikin, li kolan û otobanan lastîkên wesayîtan tên şewitandin û kevir tên havêtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku welatiyên Amerîkayê yên li Urdinê hatine hişyarkirin ku li bajarên Kerak, Tafile, Mean û El-Eqabe neyên serdana şexsî û fermî.
Bi reya daxuyaniyê bal hat kişandin ser rewşên wekî girtina rêyan û berdewamiya bûyerên ewlekariyê, negihîştina hêzên hawarçûnê di dema xwe de ji bo bangewaziyên alîkariyê, hate tekezkirin ku xwepêşandanên aştiyane jî dikarin bibin kiryarên cebirê.
Her wiha hat xwestin ku welatiyên wan xwe ji girse û xwepêşandanan dûr bixin, li rêyên alternatîf, li rêyên ku hatine girtin bigerin, çavdêriya medyaya herêmî bikin û di dema xetereyê de bi polîsan re bikevin nav pêwendiyan.
Ajokarên kamyonan ên li Urdunê di 5ê Kanûnê de bi daxwaza daxistina buhayê petrolê dest bi grevê kiribû û piştre ajokarên wesayitên giştî û tankerên avê tevlî grevê bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin