Azerbeycan hisyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin Lubnanê û Îsraîlê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Azerbeycanê bi sedema talûka asayîşê li Lubnanê û li Îsraîlê heye, hişyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin Lubnan û Îsraîlê. Wezaret bi taybetî balê kişand ser beyana rewşa awarte ya Îsraîlê û rewşa asayîşa der û dora wê.
Wezaretê ragihand ku bi sedema li herêmê talûka ewlehiyê heye, divê hişyariyên ku ji Lubnanê û Îsraîlê hatine kirin yên di navbera 3 û 5ê Tebaxê bidin ber çav.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bi sedema li Îsraîlê rewşa awrte hatiye ragihandin, hemwelatiyên Azerbeycanê yên li Îsraîlê divê neçin ser sînorê Lubnanê û li dûv agahî û fermana rêvebirên wê derê tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin