Dewleta Tirkiyê hisyariyê da hemwelatiyên xwe yên li Lubnanê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji ber êrîşên li ser Lubnanê ji hemwelatiyên xwe xwest ku tedbîrên xwe bibînin û heya mecbûr nebin bila neçin hinek bajarên başûrê Lubnanê û seyahetê nekin. Wezareta di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Pêşdeçûnên vê dawiyê yên li herêma me ji ber bandorê li Lubnanê kiriye, di vê çarçovê de divê hemwelatiyên me yên li Lubnanê li bi tedbîr bin û eger mecbûr nebin bila neçin bajarên Nebatiyeh, Lubnan a Başûr, Bekaa û Baalbek-Hermelê. Şîreta me li hemwelatiyên me ev e.
Eger pêşdeçûnan ji malpera wezareta me û balyozxana me ya Lubnanê û di ser hesabê heman ciyan yên medya civakî de bişopînin, wêji bo wan fêde be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin