Hemwelatiyên Tirkiyê dikarin bê pasaport herin 5 dewletan
PeyamaKurd – Pirsgirêka vîzê ya hemwelatiyên Tirkiyê bi gelek dewletan re heye lê niha li gor peymana navbera Tirkiyê û her 5 dewletan; hemwelatiyên Tirkiyê dikarin bê vîze û bê pasaport herin wan welatan.
Ji her 5 welatan yek jê Kibrisa Tirka ye ku hemwelatî dikarin 30 roj bê vîze bi nasnama xwe herinê.
Ûkrayna: Hemwelatiyên Tirkiyê dikarin 90 roj bê pasaport herinê û dikarin 90 rojan di nav 180 rojan de bikarbînin.
Gurcistan: Hemwelatî dikarin salekî lê bimînin.
Moldova: 90 roj dikarin bê pasport lê bimînin.
Azerbaycan: Li gor peymana navbera her dû dewletan hemwelatiyên Tirkiyê dikarin 90 roj bê pasaport lê bimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin