Hemwelatiyên Iraqî, pistî 1ê Êlûnê karin bê vîza herin Tirkiyê

15 August 2024 22:43 0 dîtin
Hemwelatiyên Iraqî, pistî 1ê Êlûnê karin bê vîza herin Tirkiyê

PeyamaKurd – Heyeta Iraqê ya di bin serpereştiya wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn û ya Tirkiyê ya di bin serpereştiya Hakan Fidan de di gelek mijaran de zept û peyman îmze kirin. Ji peymaman yek jê di derbarê vîza hemwelatiyên Iraqê de ye.

Hemwelatiyên Iraqê wê piştî 1ê Êlûnê karibin bê vîza herin Tirkiyê. Li gor peymanê hemwelatiyên Iraqê yên temenên wan dibin 15 salan de û yên di ser 50 salî de dê bê vîze karibin herin Tirkiyê.