David Cameron: Pistî Hamas ji holê rabe em dikarin dewleta Filistînê nas bikin

02 February 2024 18:01 0 dîtin
David Cameron: Pistî Hamas ji holê rabe em dikarin dewleta Filistînê nas bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron diyar kir, piştî ku agirbest li Xezzeyê pêk hat û hebûna Hamasê li herêmê bi dawî hat, welatê wî dikare dewleta Filistînê nas bike bêyî ku li bendê bimîne ku çareseriya du dewletî were encamdan.

Cameron bal kişand ser wê yekê ku divê gelê Filistînê di pêşerojê de ji bo aramî û ewlehiya herêmê xwedî dewletek xweser be.

Li ser vê yekê, Cameron got ku gava yekem divê "rawestandina şeran" be û destnîşan kir ku rawestandin wê di dawiyê de bibe agirbestek "daîmî û domdar".