Pistî berteka Amerîkayê ya operasyona Rafahê, Hamasê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku Amerîka her çendîn bertekê nîşanî amadekariyên operasyonên Îsraîlê yên ser Rafahê dike jî Amerîka ji kiryarê bêpar nîne û Hamasê weha got:
“Tewrê Amerîkayê, Amerîkayê ji encamên vê êrîşê û kuştina sîvîlên bêparastin bêpar nake. Amerîka destekê bi çekan dide îşxala Fîlîstînê û xelkê Fîlîstînê tê kuştin.
Em bang li Lîga Ereb, rêxistin a Hevkariya Îslamî û konseya ewlehiya Neteweyên Yekgirtî dikin tedbîran bistînin da li Rafahê komkujî çênebe.”
Îsraîl, êrîşên xwe yên ser Xezzayê bi gurahî dewam dike. Lê ji bo amadekariyên êrîşên ser Rafahê li seranserê dinyayê bertekê nîşan didin Îsraîlê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin