Mesrûr Barzanî û David Cameron gesedanên dawî gotûbêj kirin

18 January 2024 18:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û David Cameron gesedanên dawî gotûbêj kirin

PeyamaKurd   - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron re civiya.

Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna 54emîn Lûtkeya Aborî ya Cîhanê (WEF) ku li bajarê Davosa Swîsreyê tê lidarxistin, çûbû Davosê.

Rojeva sereke ya civîna Mesrûr Barzanî û David Cameron, êrîşa Pasdarên rejîma Îranê ya li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku li dijî welatiyên sivîl pêk hatibû.

Cameron, ji bo cangoriyên sivîl ên êrîşê xemiya xwe pêşkêşî Serokwezîr Barzanî kir û ew êrişê şermezar kir. Cameron erişe wek binpêkirina serweriya Iraqê nirxand û got: "Ev êriş bi şêweyeke nedadî hatiye kirin û nayê qebûlkirin.” 

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji bo hevxemiya Cameron spasiyên xwe pêşkêş kir û piştevaniya Îngilistanê gring nirxand.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî û Cameron tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya şerê ye dijî DAIŞê û bi giştî li dijî terorê kirin.

Di civînê de mijarên din ên wek pêşxistina peywendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Brîtanya, çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û dabînkirina mafên destûrî û desthilatî yên darayî yên Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.