Ji David Hunt serdana xatirxwestinê bo Mesrûr Barzanî

04 December 2022 16:27 0 dîtin
Ji David Hunt serdana xatirxwestinê bo Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 4ê Kanûnê pêşwazîya Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt kir ku ji bo xatirxwestinê çûbû serdanê.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kiriye ku di dema karkirina wî de ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kar kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê bal kişand ser pêwendiyên bihêz ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya meha Nîsana borî bo Brîtanyayê, ku bûye xaleke werçerxanê di pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de.

David Hunt herwiha xweşhaliya xwe ji bo hêsankarî û hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya welatî xwe nîşan da.

Di civînê de, herwiha çaksaziyên Kabîneya Nehemîn, girîngiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û parastina asayîş, aramî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê jî hatin axaftin.