Ji Konsolê Gistî yê Urdinê serdana xatirxwestinê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Îlonê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahînşahiya Urdinê Heysem Ebo El Fol kir, bi sedema bidawîhatina erka wî ya li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya ji bo pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahinşahiya Urdinê de nîşan da û spasiya Konsolê Urdinê jî ji bo dema ku li Herêma Kurdistanê maye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Konsûlê Urdinê jî spasiya mêvandostiya xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo pêşkêşkirina hêsankarî û hevhanegiya baş, ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin