Mesrûr Barzanî David Cameron pîroz kir

13 November 2023 16:51 0 dîtin
Mesrûr Barzanî David Cameron pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo wergirtina postê wezîrê derve yê Brîtanyayê pîrozbahî li David Cameron kir.

Îro di 13ê Mijdara 2023an de, bi biryara Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak, Serokwezîrê pêştir ê Brîtanyayê Cameron David wekî wezîrê derve hat destnîşankirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê pîrozbahiya David Cameron kir û got :

 “Em çaverê ne ku ji nêzîk ve bi hev re kar bikin”.

Her îro Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak hejmareke guhertinan di pêkhateya kabîneya xwe de kir û Wezîra Karên Navxwe Suella Braverman derxist. Ew yek jî ji ber helwestên tund ên Suellayê yên di derheqa pirsa penaberan û xwenîşandanên piştevaniya Filistînê de bû.