Pistî bombebarana Tirkiyê li daristanên Amêdiyê sewat derket: Gundî nikarin biçin vemirînin
PeyamaKurd – Piştî bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê li dorûbera gundê Sergelê yê Amêdiyê agir bi zeviyên gundiyan û daristanê ket.
Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi hinceta PKKê deverên çiyayî yên qezaya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir. Piştî bombebarana ku 2 saetan berdewam kir agir bi daristan û zeviyên gundiyan ket û ji ber tirsa bombebaranê gundî nikarin herin cihê şewatê.
Gundî dibêjin, ji ber tirsa bomberan û topbaranê ew newêrin biçin agir kontrol bikin.
Hêjayî gotinê ye, li gundê Belîzanê yê herêmê şer û pevçûn di navbera çekdarên PKKê û leşkerên Tirkiyeyê de derketibû û ev demek e artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê jî 6 xalên nû yên leşerî çêdike ku xelkê herêmê nikarin herin nava mal û milkên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin