Pistî bombebaran û topbarana Tirkiyê agir bi daristanên Zaxoyê ket
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku piştî bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li sê gundên navçeya Derkarê ya Zaxoyê agir bi daristan û zeviyên deverê ketiye û dişewite.
Li gorî nûçeya Rûdawê muxtarê gundê Şeranişê ragihandiye ku ji şeva borî demjimêr 01:00 ta demjimêrên sibehê, 4 helîkopterên şer ên Tirkiyê gundên Bihêrê, Şeranişê û Steflatê yên Derkarê bomebaran kirin û îro jî gule li hejmareke cotkaran reşandine ku dixwestin biçin nav baxên xwe.
Rêveberê bajarokê Derkarê Edîb Cefer daye xuyakirin, ji bilî bombebarana balafiran, îro 15 top li derdora wan her sê gundan ketine.
Edîb Cefer diyarkiriye ku ti ziyanên canî çênebûne, lê agir bi daristan û zeviyên deverê ketiye û bûye sedem ku di nava xelkê de jî tirseke mezin çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin