Pistî topbarana Tirkiyê agir bi çiyayê Metîna ket

18 July 2023 00:27 0 dîtin
Pistî topbarana Tirkiyê agir bi çiyayê Metîna ket

PeyamaKurd – Tirkiye car din êrîşên topan bir ser Çiyayê Metîna yê bi ser navça Amediya bajarê Duhokê. Piştî topbarana Tirkiyê de agir bi çiya ket û 2 roje şewat dewam dike.

Piştî topbaranê gundên Berce, Goharze, Balava, Deraluk û yên navbera Amediyê şewitîn. Di mijarê de Pêşmerge Peşmerge Necîb Nihelî ji bo Rûdawê weha ragihdiye:

“Dema serê sibê şiyar bûm, dengek hat. Min li esmana nihêrt ji ber her roj li esmana balafir hene. Serê siba hêj zû bû. Gulên topan li çiya diketin. Min di serî de dûman nedît. Dengekî bilind hat û paşî dûman derket. Li jorê agir dewam dike. Heya niha ti tîmên agirkujê nehatine deverê.”

Topbarana Tirkiyê li hinek ciyan dewam dike. Ji ber dever talûkê, rêvebir nahêlin kes here deverê. Bi sedema topbaranê îtfaiya Amediyê nikaribû xwe bigihîne deverê.

Xelkê deverê bi derfetên xwe xebitîn da agir vemirînin lê qeweta wan jî têr nake.