Pistî 250 salî ji çiyayê agirîn arî û dû bilind bû
PeyamaKurd - Li Japonyayê ji çiyayekî agirîn yê ku li başûrê rojavayê welêt piştî 250 salî arî û dû bilind bû.
Çiyayekî agirî yê ku li başûrê rojavayê Japonyayê dikeve û ji sala 1978an û vir ve dengek jê dernediket dest bi arîrijandinê kir.
Li gor nûçeya ku ajansa Kyodoyê spart Ajansa Meteorolojiyê ji Çiyayê Iwoyê ku li herêma Miyazakiyê ye ji sala 1768an û vir ve cara ewil e ku arî û dû radibe.
Hat ragihandin Çiyayê Iwoyê ji koma çiyayên Kîrîshîmayê yek e û bilindahiya wê jî bi qasî hezar û 300 metre ye, ariyên jê dertên jî heta 300 metreyî bilind û belav dibin.
Rayedaran ji ber talûkeyê welatiyan hişyar kir û li derdora çiyê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh girt.
Li Japonyayê niha 110 çiyayên agirîn yên ku netemirîne hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin