Tirkiye hisyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin Sûdanê

28 December 2023 00:56 0 dîtin
Tirkiye hisyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin Sûdanê

PeyamaKurd – Ji ber li Sûdanê rewşa heyî ber bi xerabûnê de diçe, wezareta karên derve ya Tirkiyê hişyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin welatê Sûdanê. Wezaret got ku her diçe rewşa Sûdanê xerabtir dibe û eger hemwelatî mecbûr nebin bila neçin Sûdanê û weha dewam kir:

“Tê dîtin ku rewşa ewlehiya Sûdanê ber bi xerabûnê de diçe. Ji ber her îhtîmalê eger zêde ne pêwist be em şîret dikin ku hemwelatî xwe ji seredana Sûdanê bigrin.”

Wezaret raghand ku balyozxana Tirkiyê Hartumê her wext ji bo alîkariyê amade ye û telefonên balyozxanê jî di daxwuyaniya xwe de belav kir.