Ji Tirkiyeyê hisyarî: "Neçin Lubnanê"
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji ber îhtîmala têkçûna bilez a rewşa ewlehiyê li Lubnanê, xwe ji geşta Lubnanê dûr bixin û wî welatî terk bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezaretê derbarê mijarê de hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji ber geşedanên dawîn ên li herêmê îhtîmala ku li Lubnanê bi lez û bez rewşa ewlehiyê xerab bibe.
Di daxuyaniyê de hat pêşnîyarkirin ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê heta ku "bingehîn nebe" ji çûn û hatina Lubnanê dûr bisekinin û wiha hat gotin: "Divê hemwelatiyên me yên li Lubnanê hişyar bin, heta ku neçin parêzgehên Nebatiye, başûrê Lubnanê, Bekaa û Baalbek-Hermelê. Hat gotin ku yên ku mayîna wan li Lubnanê ne girîng e, heke gengaz be ji Lubnanê derkevin, dema ku firînên bazirganî hîn jî kar dikin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku şopandina geşedanên li ser malperên fermî û hesabên medyaya civakî yên Wezaretê û Balyozxaneya Beyrûtê ya Tirkiyeyê wê kêrhatî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin