DYAyê ji bo Hamasê hisyarî da Tirkiyeyê: Tistên berê nikarin bidomin

19 November 2024 12:02 0 dîtin
DYAyê ji bo Hamasê hisyarî da Tirkiyeyê: Tistên berê nikarin bidomin

PeyamaKurd – Derbarê veguhestina serokên Hamasê bo Tirkiyê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê bi zelalî ji dewleta Tirk re bibêjin ku li ser Hamasê tiştên berê nikarin bidomin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de li ser pirsa gelo serokên Hamasê li Tirkiyeyê ne û wiha got: "Ew ne di wê astê de ye ku li hemberî van nûçeyan nerazîbe."

Wî her wiha got, wan nûçeyên ku dibêjin serkirdeyên Hamasê çûne Tirkiyê, dîtine û tekez kir, "Em ê ji hikûmeta Tirkiyê re eşkere bikin, ku li ser Hamasê nikarin weke berê berdewam bin."

Miller got, "Rêveberên rêxistina terorê divê nikaribin li tu cihî bêhna xwe bidin" û bi bîr xist ku derbarê hin endamên Hamasê de îdianame hene.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di 14ê Gulanê de bi Serokwezîrê Yûnanîstanê re civîneke çapemeniyê li dar xistibû û Hamasê weke ‘rêxistineke berxwedanê’ bi nav kiribû.

Piştî ku hevdîtinên agirbestê yên Îsraîl û Hamasê yên di meha Cotmehê de li Dohayê bi ser neketin û hikûmeta Qeterê wezîfeya xwe ya navbeynkariyê rawestand, îdiayên ku dibêjin wê rêveberiya Hamasê derbasî Tirkiyeyê bibe, derketibû pêş. Di vê pêvajoyê de çarenivîsa ofîsa siyasî ya Hamasê ya li Dohayê jî hat axaftin.